FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Maniyêl Broka
Cegersoz@hotmail.de
Danasîna Dîroka xwînê
28 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 07:01


Di navbera hestên Omer Xeyamî de û di navbera hestên Mehdî Zane de „PARASTINA MIN“ û her wisa di navbera hestên Bîra Qederê û The Massacres of Kurd in Turkey „Xoybûn“ û  di hestên duh û îro de, di tevlîheviyek dudil, ramanek dudil û têgeh û dilbijandinek û xwendinek dudil de dorpêç bûme.

Duh bû ku, bi mey û keçikên Xeyamî sermest dibûm diketim asoyên helbestên xemrevînî, ji rûtîniya rojane, sergêjiya nûçeyên Înernetê û biryara nivîseke dudil, wisa bi þevreþkî û bê destî dîlê herikîna ximava wî dibûm.

Her wisa, herikîna hevokên ne bijartî, bê destî, paþ xwendinê, têkelî boçûnan dibûn.

„Tozê biavêje esmanan!

Meyê vexwe û li pey keçikan bigere!

Îman û îbadet bo çi ne?

Ti kes çûyî nevegeriye. Omer Xeyam.

Belê ji van hevokan û girztir, pirtûka wî di nav her du destên min de bû, ku zêdeyî du caran lê vegeriyam.

Lê paþ vî dîmen û xweþiya sawîran, bi dergehekî sitemkar, bi dergehekî bê sînor, derbasî dîroka xwînê, dîroka bidarvekerinê, dîroka îþkenceyê û dîroka  Laussane, dîroka xwîna Þêx Said û dîroka Komara Mihabatê bûme.

Hem bi serberkirin û sûdmendiya pêzanînan þad im û hem bi têkçûnên qeder û yoma dîroka Kurdistanê daxbar bûme.

Pêngav û helçûna vê nivîsê ji wan hestên dîroka mîna rûbaran bê westan tê.

Her wisa, hilbijartina têgeha vê pêngavê, wisa hat ku em Kurd, di kîjan kêlîka berhevkirina pêzanînên dîrokî û di sûdmendiya alavên dîrokî de bin, em dê van dîmenên ku tenê di xeyalan de mane, pêrgî wan kêlîkan werin, ku her kes bi hesanî pê daxbar dibe.

Lê ku em berê xwe didin, pirtûkên nivîskarên biyanî, êdî xwendin wê wisa hêmin be ku tam û xweþiya nivîsê ta gelek radeyan rexçengî xwendevan dibe.

Tirkiya ku ji Osmaniyan ta bi Erdoganiyên pir, tevaya rêbazên neyênî li komelgeha Kurd ceribandine û pirê caran bi ser jî kertiye.

Çiku di dema ku mirov wê dîrokê dide ber dîroka niha, heman hest, heman xwîn û heman dîrok e.

Tiþtê balkêþ di van pirtûkan de ew e, ku tev belge li dûv belege sitemkarî û    dîroka xwînê pêþberî xwendevan tê.

Jixwe mirov pêrgî kîjan berhemên wan salan were, çi helbest, çîrok, gotar, roman û daxwiyanî û nûçeyan, dê dîmenê xwînê, serhidanê, bidarvekirinê, zindan û eþkenceyê bibîne.

Lîstikvanê Sûrî Besam Kûsa, di hevpeyvîneke xwe de, li ser pirsa ku çima komelgeha Ereb bi giþtî hez ji rêzefilmên Tirkî dikin.

Bersiva wî jî wisa bû.

Em Ereb, ta vê kêlîkê, jibilî, zêzefilmên siyasetê, mêranî û eþîretiyê nabînin, lê  rêzefilmên Tirkî tev jî evînî ne, û em ereb ji vî tiþtî bê par in û ev tiþt li ba me peyda nabe, lewma Ereb hez ji rêzefilmên Tirkî dikin.

Bersiva vî kesî jî, di van kêlîkan de hate bîra min, ku bi hestên min jî digunce.

 

Paþ bi dawîkirina pirtûka Mehdî Zane, bi hêvî bûm ku ji vê rewþa dîroka xwînê qurtal bibim û xwe avête himbêza Mehmed Uzun û Bîra Qedera wî, lê dîsa jî hilawîstî asoyên xwînê bûm û di nav telezgeyên hestên wan salên reþ de dorpêç dibûm.

Tu nivîskar, rewþenbîr û siyasetmedarên sedsala 18an û ta gelek radeyan sedsala 19an jî, bi qasî van belgeyan, ji eþkenceyê û zindankirinê û sergunkirinê bêpar nemane.

Lê em Kurd, li ser asta xwendin û nivîsandinê, ku li gor dîrokê, yan ji dîrokê dest pê bikin, êdî jibilî xwînê, û zindanê dê di dîmen û tabloyên têgehên me de nebe.

Îro em ta vê kêkîkê di dîroka Þêx Said de dijîn, ku bi destên Murad Karayilan perçeyên wê te ava kirin û di vê dîrokê de ye û hêja li Hatayê, li Antakya, û li Înegolê dîrok dubare dibe, ku dîroka duh bû û ya îro ye.

Lewma ku em li gor dîrokê herin û di vê çarçoveya xwînê de bin û bimînin, wê her kes jibilî keservadan û axîna hêviyan de nemîne.

Danasîna dîrokê, anku dîroka xwîne, bi xwe, pêwiste, lê ev bêhtir ji sedsalî ku em di vê çarçoveyê de dijîn û dorpêç bûne.

Her dema ku berhemên Kurdî di nav destên min de bin, û înterneta îro de jî di nav de, ev bêhêvîbûn hemrêyê bîr û boçûnên me ye û di vê çarçoveyê de rawestandî dimînin.

Her dema ku pêrgî nûçeyekê werin, jibilî xwînê û zindanê di ramanê me de tune.

Her dema ku hevpeyvîn, daxwiyanî, meþ û di her rabûn û rûniþtina Kurdan de, xwe di nav çargoþeyek reþ de dibînin.

Êdî viyan û hêvî ew in, ku bi pêstirknin hewildana xwe-gihandina komelgehên din, çarçoveya sînor, çarçoveya alê, çarçoveya dîroka xwînê, li ser hindek astan derbas bikin.

 

Niha ji dorpêçkirina dîmenê xwînê, hema min destên xwe avêt Paulo Coelho û Simyagera wî, û di çend rûpelan de, diyare ku wê min ji vî dîmenê xwînê qurtal bike û min di xwendina evîneke sawîrane de bihêle.

Têbîniyek hayadar:

Ez bi xwe bi van pirtûkên ku dabaþ li ser wan bû, anku bi vê dîrokê pir daxbar bûm û gelek rojan di bin bandorê de mam.

Ta hindek radeyan ku bi dîtina kesên nemaze nijad tirk hatim guvaþtin û ditirsiyam ku reyaktiyoneke þevreþkî rû bide.

Edî di berhevdana berhemên kesên weke Omer Xeyam wek nimûne, wisa xwe hêmin didît.

Hurmeta min ji Dîroka xwîna Kurd re.

 

Maniyêl Broka 28.07.2010

 

 

 

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere